Sibat 21, 2019 16:40 Asia/Tehran
  •  Neraziyan li Katalonyayê kolan ê çarsş girtin

Xelkê Katalonyayê bona protestokirina dewama gitin û mehkemekirina serokên serxwebûnxwaz ên vê navçê derketin kolan û çarsiyan û otûbanên sereke, riya trenan û hin şeqamên bajarê Barselonayê girtin.

 Li gorî rapora Mehr News`ê û ji zarê Sputnikê, neraziyan li navça otonom a Katalonyayê, îro pêncşemê bona protestokirina dewama girtin û mehkemekirina rêberên serxwebûnxwaz ên vê navçê kombûneke girseyî û berfireh li dar xistin.

 Li gorî ragihandina vê ajansê, greva gelêrî îro ji aliyê yek ji saziyên alîgirê serxwebûna Katalonyayê hatiye plankirin.

Neraziyên hêrsbûyî, otûbanên  sereke, riya  trenan û hin şeqamên bajarê Barselonayê girtin.

 Hin endamên  berê yên dewletê û parlemana  herêmî ya Katalonyayê û çalakên sivîl ên vê navçê piştî lidarxistina giştpirsiya serxwebûnê li destpêka Cotmeha sala 2017an  hatin gitin.

 Mehkemekirina  wan jî vê dawiyê li bajarê Madrîda paytexta Spanyayê destpê bûye. Hin endamên  berê yên dewletê û parlemana herêmî ya Katalonyayê biryar e bi  tawana  hewldana bo cudabûna Katalonyayê ji 12 Sibatê ve li Madrîdê bên mehkemekirin.

 Piştî raghandina serbixwetiya Katalonyayê piştî lidarxistina  giştpirsiyê li sala 2017`an, dewleta Spnayayê encamên  giştpirsiya wê neqanûnî da zanîn û rêberên vê eyaletê xsitin ber şopandina dadweriyê.