Sibat 20, 2019 20:36 Asia/Tehran
  •  Îdiaya pêkenî ya Pompêo li bara DAIŞ`ê

Wezîrê karên derve yê Emerîkayê li îdiayeke pêkenî îdia kir ku welatê wî dê şêwaza rawestana li ber DAIŞ`ê biguherîne.

 Mayk Pompêo,wezîrê karên derve yê Emerîkayê li gotûbêja bi kanala RUV ê ya televîzyona dewletî ya Îslendê bêyî ku bala xwe bide ser rola koşka sipî bona pêkanîna koma terorîstî ya DAIŞ`ê bo pêkanîna  bê ewlehiyê li Rojhilata Navîn û got: Rawestana li hember vê komê didome.

 Wezîrê karên derve yê Emerîkayê got: Dê şêwaza rawestana li ber DAIŞ`ê bê guherandin.

Pompêo di dewama helwestên  bi dijminatî  yên koşka Sipî li dijî Îranê, cardinê mesela piştgiriya Îranê ji tevgera berxwedanê xist rojevê.

 Îdiaya Pompêo di rewşekê tê hilêxistin ku  Koşka Sipî tim ji piştgirên sereke yên komên terorîstî li Iraq û Sûriyê bûye.

 Rayedarên  eskerî yên Emerîkayê, her tim li bara piştgiriya aborî û çek û sîlehî ji komên terorîstî li xwe mukir hatine.