Hişyarîdayîna Pûtîn derbarê bicihkirina mûşekên atomî yên Emerîkayê li Ewrûpayê de
Serokkomarê Rûsiyê li bara amadetiya Moskowayê bo berteka li hember bicihkirina mûşekên atomê yên Emerîkayê li rojhilata Ewrûpayê agahî da.
Li gorî Fars News`ê, Viladîmîr Pûtîn serokkomarê Rûsiyê roja çarşemiyê li axiftina giştî li parlemana federla a vî welatî hişyarî da ku Moskowa li hember bicihkirina mûşekên atomî yên Emerîkayê li Ewrûpayê bertekê nîşan dide.
Pûtîn destnîşan kir ku Emerîka divê dev ji siyasetên xwe yên nekêrhatî berde.
Serokkomarê Rûsiyê li bara peywedniyên bi Emerîkayê re got ku Rûsiye ne li dû pevçûnê ye û gefê li tu kesî naxwe.
Li gorî gotina Pûtîn, rayedarên dewleta Emerîkayê siyasetên xwe yên qirêj didomîninin û haje vê yekê tine ne ku gelo cîhan çawa li halê guhertinê ye.
Pûtîn di dewamê de got ku Rûsiye bona gotûbêja li bara hevhatinên kontrola çek û sîlehî bi Emerîkayê re amade ye.
Serokkomarê Rûsiyê bal kişand ser derketina Emerîkayê ji peymana hêzên navokî yên navînmenzîl ên INF`ê û got: Emerîkayê wextekê hewl dida bi bernameyên mûşekî ser cîhanê serdest bibe. lê niha divê dev ji bernamên wiha berde.
Pûtîn her wiha li bara bernama artêşa Sûriyê bo hin pêşketinên çek û sîlehî agahî da.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê pêştir derketina vî welatî ji INF`ê ragahnd bi mehna vê yekê uk Rûsiyê berpirsiyariyên xwe li hember vê peymanê cih neanîne ku rastî berteka Moskowayê hat.