Sibat 20, 2019 15:23 Asia/Tehran
  • Mercên Parlimana Ewrûpayê jibo muzakirên ticarî yên YE`yê digel Amerîkayê

Endamên Parlimana Ewrûpayê xwestin ku gefa Amerîkayê ser pêşeya maşînçêkirinê ya Ewrûpayê û sepandina teirifeyên gumrikê ser pola û berhemên cotkarîyê bên kutakirin û rakirinê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, Endamên Parlimana Ewrûpayê di biryarnama ku li Komsyona Ticareta Navnetewî da hat pejirandinê de, ragihandin ku yekem mercê muzakira YE`yê digel Amerîkayê, çavgirtina vî welatî ji teirifeyên gumrikê yên têkildarî bafûn û polayê ye.

Wan parlimanterana herwiha xwestin ku heke teirifeyên gumrikê yên nû ji hêla Amerîkayê va bên sepandinê, muzakire bên sekinandinê.

Li gorî ragihandina endamên Parlimana Ewrûpayê, muzakire ser xêra welatî û şirketên ewrûpî ye ji ber ku yê bibe sebeb gêreyên niha li peywendîyên ticarî yên digel Waşîngtonê vetefitin.

Biryarnama ku Komsyona Ticareta Navnetewî ya Parlimana Ewrûpayê bi 21 dengên Erê li hemberî 17 dengên Na û dengekî Bêalî pejirand, di meha Adarê da yê li Parlimana Ewrûpayê bikeve ber dengdanê.