Çîn: Rêketinama Atomî ya digel Îranê divê tam û kêrhatî were cihanînê
Sibat 20, 2019 10:53 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê pêgirî kir ku Rêketinama Atomî ya digel Îranê divê tam û kêrhatî were cihanînê.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Geng Shuang herwiha got: Pêken bi awayekî xurt piştgirîyê dide hewildana welatên ewrûpî jibo parastina Rêketinama Atomî û mêkanîzma fînansî ya danuistandina aborî digel Îranê.
Wî herwiha Rêketinama Atomî destkevteke dîplomatîk bi nav kir û got ku ew rêketinama navnetewî jibo parastina istiqrara herêma rojavaya Asyayê û cîhanê pêwîst e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Geng Shuang herwiha hêvî kir ku wajokirên Rêketinama Atomî bikaribin vê rêketinama navnetewî biparêzin.