Sibat 19, 2019 19:02 Asia/Tehran
  • Bêrnî Sendêrs berendamiya xwe jibo Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê ragihand

Bêrnî Sendêrs (Bernie Sanders) Sênatorê amerîkî yê serbixwe û ji rexnekirên sereke yên siyasetên serokomarê vî welaît, berendamiya xwe jibo hilbijartina serokomartiya tê ragihand.

Li gorî rapora CNNê, Bêrnî Sendêrz (Bernie Sanders) sênatorê serbixwe roja Sêşemiyê namzediya xwe jibo beşdariya li hilbijartina serokomartiya Amerîkayê di sala 2020ê da ragihand.

Sendêrzî her wiha ragihand: Me di rikeberiyên hilbijartinê yên sala 2016an da serhildaneka siyasî dest pê kir û niha dema wê ye ku em serhildanê pêşve bibin.

Bêrnî Sendêrz pêştir û di hilbijartina seretayî ya 2016an ji Partiya Dêmokratan bûbû berendam ku di dawî da li hemberî Hîlarî Kilîntonê ser neket.

Sendêrz ji dijberên ciddî yên siyasetên navxweyî û derveyî yên Trump e.

Ragihanduina berendambûna Sendêrz di rewşekê da ye ku Trump hertim derbarê vegeriyana fikrên çepgir (Sosiyalîstî) bo Amerîkayê nîgeraniya xwe diyar kiriye.