Xwenîşandana bajarên cûrbicûr ên Amerîkayê li dijî biryara Trump
Gelê Amerîkayê li bajarên cûrbicûr ên vî welatî rewşa awarte ya ji aliyê Donald Trumpê serokomarê vî welatî jibo çêkirina dîwarê sînorî digel Mêkzîkê wek neçêbikaranîna hêz û desthilatê dane zanîn û li dijî wê derketine nav kolanan.
Li gorî rapora Sipêdeya Sêşemiyê ya IRNAyê, Hejmareka çalakên civakî yên Amerîkayê li bajarên Waşîngton, Şîkago û bi dehan bajarên din roja Duşemiyê li dijî birayara Trump ji bo ragihandina rewşa awarte li sînorên başûrî xwenîşandan bi rê xistin.
ZXwenîşanderan bi bilindkirina dirûşmeyên weke "Trump derxînin" û "Rewşa awarte ya sexte", ev karê Trump wek neçêbikaranîna hêzê û dagirkirina Kongreyê dane zanîn.
Trump roja Îniyê serê axir gefa xwe cih anî û jibo dorkirina Kongreyê (derbasbûna ji biryarên Kongreyê) bi mebesta çêkirina dîwêr li sînorê Mêkzîkê, rewşa awarte ya neteweyî li Amerîkayê ragihand.
Beriya vêya Kongreya Amerîkayê qebûl kiribû ku 1,4 Miliyar Dolarî jibo çêkirina dîwêr bide ber destê dewletê, lê Trump pêgirî dikir ku herîkêm 5.6 Miliyar Dolar jibo çêkirina vî dîwarî pêwîst e.
Nakokiya navbera Koşka Sipî û Dêmokratan li ser bûdceya çêkirina dîwêr, bûye sebeba betalbûna hin beşên dewleta Federal û bêkarbûna herîkêm 800 hezar kedkaran bi qasî 35 rojan di mehên Kanûna 2018an û Çileya 2019an da.
Rapirsînên nû nîşan didin ku nîvê gelê Amerîkayê Trump wek sebeba sereke ya betlaniya dewleta federal dizanin.
Gellek ji amerîkiyan li dijî çêkirina dîwêr li sînorê Mêkzîkê ne.