Sibat 19, 2019 09:53 Asia/Tehran
  • Êrîşa têrorîstî li Qahirê

Sê hêzên ewlehiyê yên Misirê ji ber teqînekê li Qahireya paytexta vî welatî hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora IRIB Newsê ji zarê mêdyayên misirî, Teqîna Duşemiyê bi şev li nzikî mizgefta El Ezherê li taxa Cemaliyê li navenda Qahireyê dema şopandina kesekî têrorîst qewimî.

Li gorî vê raporê, hêzên ewlehiyê yên Misirê kesê ku dil hebû li nêzikî mizgefta Camî ya El Ezherê li navenda Qahirê bombeyekla destî bi cî bike, dorpêçkirin û kesê dorpêçbûyî piştî ku dît êdî nikare xwe bifilitîne, bombeyên hevrê digel xwe teqandin.

Piştî vê teqînê, dozgeriya Misirê fermana hilkolandina lezgîn a vê bûyerê daye.