Sibat 18, 2019 18:30 Asia/Tehran
  • Mogêrînî: YE`yê Ûrsêtê boykot dike

Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê ragihand ku ev Yekitîya boykotên nû ser Ûrsêtê da disepîne.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Tas`ê, Berpirsa Sîyaseta Derve ya YE`yê Fêdêrîka Mogêrînîyê îro got ku ev Yekitîya biryara xwe ya sepandina boykotên nû ser Ûrsêtê da bi dû bûyera li Tengerêya Kêrçê yê di çend hefteyên bê da ragihîne.

Mogêrînîyê herwiha got: Armanca sepandina boykotan zordayîna ser Ûrsêtê ye lewma boykot rojekê tên rakirinê lê, YE`yê heta niha pêngaveke erênî di çarçova rakirina boykotan da nedîtîye.

Di 25`ê Mijdara sala 2018`an de di navbera paporên Ûrsêt û Ukraynê li Tengerêya Kêrçê da pevçûn derket. Ew pevçûna wê demê qewimî ku 3 paporên ukraynî ji Tengerêya Kêrçê di navbera Deryaya Reş û Deryaya Azofê de derbas bûn û ketin ava di bin hikimdarîya Ûrsêtê li nîvgrava Kirîmê da. Piştî wê ûrisan paporên ukraynî zevt kirin.