Dewama xwenîşandana Êlegzeran li Firansayê
Sibat 17, 2019 18:02 Asia/Tehran
Alîgirên Tevgera Êlegzeran di hefteya 14`an da li Parîsê û şarên din ên Fransayê dest bi xwenîşandanê kirin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, bi sedan kes ji hogirên Tevgera Êlegzeran îro jî di hefteya 14`an da, li Kolana Şanzalîzê ya Parîsê kom bûn.
Xwenîşanderan bi durişm û qêrînê xwestin ku Serokomarê Fransayê Emanoel Mecron û Wezîrê Karên Hundur Kîrîstof Kastaner ji posta xwe wêda herin.
Alîgirên Tevgera Êlegzeran li çend navçên şarê Mort Ê Mozêl li bakura rojhilata Fransayê rê û kolan girêdan.
Xwenîşander li şarên wekî Bordo û Tolozê li başûra rojava û Istirasborg li rojhilata vî welatî û Marsêy, Lîyon, Nant û Lîlê jî daketin kolanan.