Sibat 17, 2019 15:29 Asia/Tehran
  • Çîn çend alîtiyê li Pergala Navneteweyî wek tenê riya hevkariyên navneteweyî dizane

Nûnerê Çînê li Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê desnîşan kir ku li gor dîtina Çînê çend alîtiyê li Pergala Navneteweyî wek tenê riya hevkariyên navneteweyî ye.

Li gor nûçeya IRNA, Nûnerê Çînê li Konferansa Ewlekariyê ya Munîxê Yang Ciye Çî bal kişand ser piştgiriya serokomarê vî welatî ji çend alîtiya navneteweyî û got: Zêde û berfirekirina pêwendiyên Çînê li gişt waran tev Ewropayê ji bo pêşvebirina golobalîzma aborî ku bi dîtineke firetir were berçavgirtin pir girîng e û eva dibe sedema  balans û hevkariyê li çarçova hevsengiya birin-birinê.

Nûnerê Çînê herwiha got: bi cidî piştgiriyê dide yekperçetiya Ewropayê û hez dike bi berfirekirina hevkariyên xwe bi welatên cîhanê re mijar û zirûfên aborî û ticarî û sermayeguzariya hevpar bi wan re zêde û qahêm bike.

  Konferansa 55-an a Ewlekariyê ya Munîxê bi beşdariya 600 kesan ji biryarderên navneteweyî li mijarên siyasî, ticarî û civaka sivîl, li rojên 15 heya 17 Sibatê li bajarê Munîxa Almanyayê hat lidarxistin ku hedefa wê ya sereke damezirandina ewlehî û aştiyê li cîhanê bû.