Sibat 16, 2019 18:38 Asia/Tehran
  • 11 kuştî ji ber êrişa Bokoheramê ser mizgeftekê li Nîciriyê

Ji ber êrişa terorîstên Bokoheramê ser mizgeftekê li Nîciriyê 11kes ji wan sê kes ji van terorîstan hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Grûpa terorîstî ya Bokoheramê êrişî ser mizgeftekê li bakûra rojhilata Nîciriyê kirin ku di encamê da 11 kes ji wan sê terorîst hatine kuştin.

Damyan Tişoku serokê polîsê Nîciriyê li vê barê got: "Terorîstên Bokoheramê li nîzikiya bajarê Maydogoriyê li Velayeta Bornoyê êrişî ser mizgeftekê kirin ku di encamê da 11 kes hatine kuştin ku 3 ji wan terorîst bûn".

Hatiye ragihandin ku li vê êrişê 15 kes jî birîndar bûne.