Sibat 16, 2019 17:45 Asia/Tehran
  • Pêns: Amerîka wêhema wisa li Rojhilata Navînê bimîne

Alîkarê serokomarê Amerîkayê ragihand, ew welata piştî derketina ji Sûriyê wê dîsan jî li navçê bimîne.

Li gorî rapora Spûtnîkê, Mayk Pêns, alîkarê serokomarê Amerîkayê, li Civîna Ewlehiyê ya Mûnîxê got: Artêşa Amerîkayê piştî derketina ji Sûriyê, wê bi awayekî cidî hebûna xwe ya li Rojhilata Navînê biparêze.

Pêns bi bîr xist ku serokomarê Amerîkayê ji destpêbûna derketina hêzên amerîkî ji Sûriyê agahî dabû.

Wî got: Eva guherîneka taktîkî ye ne guherîna armancê û Amerîka wê hêzên xwe yên bihêz li navçê biparêze.

Berî niha Vlademîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê ragihandibû ku derketina hêzên amerîkî ji Sûriyê dikare bibe pêngaveka erênî.

Waşîngton li 18`ê Kanûna sala 2018`an ragihandibû ku derxistina artêşa vî welatî ji axa Sûriyê destpê kiriye.