Kanûn 16, 2018 20:49 Asia/Tehran
  • Berteka Piyong Yang li hember zêdebûna boykotên  Emerîkayê li dijî koreya bakurî

Wezareta karên derve ya Koreya bakurî li hemeber vegeryana rewşa cengî li nîvgirava koreyê bin tesîra kiryara Emerîkayê bo zêdekirina boykot û zexta li dijî welatê hanê hişyarî da.

 Li gorî rapora Reutersê Wezareta karên derve ya  koreya bakurî roja yekşemiyê  li daxûyaniyekê biryara Emerîkayê bona boykotkirina  sê rayedarên Koreya  bakurî ji wan alîkarê pilebilind  ê Kîm  Cûng Ûn serokê vî welatî bi tawana  binpêkirina  mafên mirovan  raghand nihêrînên  koşka Sipî, pêvajoya  jiçekkirinê li nîv girava  Koreyê heta hetayê  rawestîne.

 Li daxûyaniya  wezareta karên derve ya koreya  bakurî hatiye ku ev bawera rayedarên  emerîkî ku zêdebûna  boykot û zexta ser koreya  bakurî, pêşiya Piyong yang ji çêkirin û parastina çekên  atomî digre, hesabeke  şaş û pûç e. 

 Wezareta karên derve ya Koreya bakurî li vê daxûyaniyê hatiye: Siyasetên  boykotkirinê  ya Emerîkayê li dijî welatên  din ji wan Rûsiye û Çîn ser qezanca  tu kesê heta emerîkiyan jî nîne.