Xwenîşandana bi hezaran mamosteyên nerazî li bajarê Losancilêsê
Bi hezaran mamoste li bajarê Losancilêsa Emerîkayê bona protestokirina kêmbûna maf û mûça xwe li kolanên vî bajarî xwenîşandan bi rê xistin.
Li gorî rapora televîzyona Press TV`yê, mamosteyên emerîkî yên neraziyê kêmbûna bûdca hîndekariyê li bajarê Losanclisa eyaleta Klîfurniyyaê bi li xwekirina kincên sor beşdarê xwenîşandanên li kolan û çarsiyan bûn.
Mamosteyên nerazî raghandin ku rayedarên bajarê Losanclisê ewqas bûdca wan heye ku tevî zêdebûna maf û mûça wan, rewşa xwendevana jî baştir bikin.
Neraziyan hişyarî dan ger xwestekên wan neyê berçavgirtin xwenîşandan û meşên nerazîbûnê yên berfirehtir lidar xînin.
Ger mamosteyên nerazî dev ji şuxilê xwe berdin 640 hezar xwendevanên xwendingeha Losanclisê û bi dehan bajarên bişûk ên derdora wê nekaribin dersê bixwînin.
Sendîkaya mamosteyên Losanclisê ji 18 mehan berî niha ve mijûlî muzakira bi rayedarên vî bajarî ne lê ev muzakire heya niha bê encam bûne.