Piştgiriya gelê Kanadayê ji tevgera êlegzeran li Fransayê
Neraziyên kanadyî êlegên zer li xwe kirin û bi tesîrwergirtina ji xwenîşandana seranserî ya Firansayê li kolan û çarsiyên bajarên curbicure Kanadyê meş û rêpîvan li darxistin.
Li gorî rapora Anadolu News`ê, xwenîşandana êlegzeran bona protestokirina siyasetên dewleta Kanadyê, herwiha bona piştgiriya ji gelê Fransayê li çend bajarên curbicur ên Kanadyê hat lidarxistin.
Bi dehan kes ji neraziyan bi kombûna li ber konseya bajarê Halîfaksê siyasetên Castîn Trodo serokwezîrê Kanadyê bi tundî rexne kirin.
Xwenîşandaneke wisa jî li bajarên Torênto, Êdmonton û Vînîpekê ya Kanadyê hat lidarxistin.
Li halekê ku Êmanuel Mekron serokkomarê Fransayê tevî vekişyana ji helwestên xwe yên berê hewl daye bona aramkirina rewşê hin serpişkiyan bide neraziyan û dijberên dewletê lê êlegzer hema wisa ser dewama nerazîbûnan teqez dikin.
Eva qeyrana herî cidî li dirêjahiya 18 mehan serokkomariya Mekron tê hesabê.
Nearamiyên vê dawiyê li Fransayê ku ji 17 Mijadara 2018`an ve li vî welatî destpê bûne, derbasî welatên dine ewrûpî ji wan Holanda û Belcîkayê jî bûye.