Kanûn 16, 2018 16:03 Asia/Tehran
  •  Xwenîşandana li Îtalyayê bona dijberiya li hember qanûna nû li dijî koçberiya vî welatî

Bi hezaran kes ji gelê Îtalyayê roja şemiyê li Romayê bona protestokirina qanûna nû ya li dijî koçberiyê li vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, li gorî vê qanûnê ku 28 Mijdarê li parlemana  Îtalyayê hat pejirandin, derxistina koçberan an bêparkirina wan ji wergirtina  mafê welatîbûna Îtalyayê hêsantir dibe.

 Dewleta Rastxwaz a Îtalyayê, li çarçoveya  siyasetên  li dijî joçberiyê û girtina pêşiya  derbasbûna koçberan bo vî welatî ji 5 mehan berî niha ve hemî benderên xwe ser gemiyên  rizgarkirina awareyan û koçberan girtiye.

 Kiryarên  dewleta  Îtalyayê li dijî koçberiyê, rastî  nerazîbûn û dijberiya  çalakên  medenî li vî welatî û her wiha  Yekitiya  Ewrûpayê hatiye.