Kanûn 15, 2018 18:14 Asia/Tehran
  • Berdevkê Êlegzerên Fransay:

Berdevkê neraziyên firansayî yên nasyar bi Êlegzerên Fransayê got: "Ev rabûna xelkê Fransayê bandorwergirtî ji Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.

Alexandre Beauvais-Chiva berdevkê neraziyên fransî nasyar bi Êlegzeran li gotûbêja xwe ya tev IRIB Newsê, got: "Neraziyên fransî ji Înqilaba Îslamî ya Îranê ya sala 1979 dijî zolm û zorê mînak wergirtine".

Alexandre Beauvais-Chiva ragihand ku hegera hêrsbûna gelê Fransayê ev e ku Mekron bi gotinên xwe ewna rezîl kirine.

Xwenîşandana li Fransayê ji roja 17ê Mijdarê va bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewleta vî welatî ji bo sepandina tarifa zêde li ser bihayê sotemeniyê dest pê bû; Lê piştra nerazîtîya li hemberî zêdebûna xercên jiyanê û bi giştî siyasetên abûrî yên dewleta Frasnayê jî lê zêde bû.

Dewleta Frasnayê di du qonaxan da ji plana ku bûye sebeba nerazîtiyan, paşve kişiyaye.

Tevî vê yekê rêberên organîzeker ên xwenîşandanan Êlekzeran wek berteka li hemberî van birtyarên dewleta Fransayê  gotiey ku ev paşvekişiyan têrê nakin û li ser dewama xwenîşandana xwe pêgirî kirine.

Yekîtiyên karker, Kamiyondar û Cotkarên Fransayê jî ragihandine ku wan dl hene li dijî siyasetên abûrî yên dewleta Makron derkevin nav kolanan û bikevin Grevê.