Kanûn 15, 2018 16:33 Asia/Tehran
  • 48 kuştî û birîndar ji ber gullehavêtinên nav Amerîkayê

Roja bihurî ji ber 58 bûyerên gullehavêtinê li eyaletên curbicur ên Amerîkayê 20 kes hatine kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Navenda qeyîdkirina reftarên fanatîk li Amerîka ragihand ku li 24 saetên bihurî ji ber 58 bûyerên gullehavêtinê li eyaletên curbicur ên Amerîkayê ji wan Tegzas, Felorîda, Mirîlend, Newyorkê û Pensîlvaniyayê 20 kes hatine kuştin û 28 kes jî birîndar bûne.

Li 18 bûyeran ji van 58 bûyeran ji ber gullehreşandina ser xelkê tu kes nehatiye kuştin û tu kes jî birîndar nebûye.

Navenda qeyîdkirina reftarên fanatîk li Amerîkayê  li dewama rapora xwe destnîşan kiriye li 95 bûyerên gullehbarandina ser xelkê li Amerîkayê ji roja pêncşemê va hetanî îniyê li bajarên curbicur ên vî welatî 24 kes hatine kuştin û 49 kes jî birîndar bûne.

Navenda qeyîdkirina reftarên fanatîk li Amerîkayê dîsa jî ragihandiye ji destpêka sala 2018an va heta niha 58 hezar û 82 bûyerên gullehavêtina ser xelkê li nav eyalet û bajarên curbicur ên Amerîkayê hatiye qeyîdkirin ku ji ber van bûyeran 13 hezar û 848 kes hatine kuştin û 26 hezar û 767 kes jî birîndar bûne.

Hatiye ragihandin ku 639 kesên ku li van rûdawan bûne qurbanî yanî hatine kuştin yan jî birîndar bûne, zarokên kêmtir ji 11 sal bûne û 2701 kes jî nûgihanên 12 hetanî 17 sal bûne.