Kanûn 15, 2018 11:16 Asia/Tehran
  • Bertekên li hemberî ragihandina fermî ya veguhestina balyozxana Australyayê ji Tel Avîvê bo Qudsê

Kesayetî û partîyên australiyayî li dijî ragihandina fermî ya veguhestina balyozxana vî welatî ji Tel Avîvê bo Qudsê derketin.

Serokwezîrê Australiyayê Scat Morisun îro tevî neyarîyên berfire yên navxweyî û derveyî, di çarçova peyrevîya çavgirtî ji Amerîkayê ragihand ku Kanbera balyozxana xwe ji Tel Avîvê vediguhêze Qudsê ku ev ragihandina demlidest pêrgî berteka tund a kesayetî û komên sîyasî û civakî bû.

Kesayetîyên sîyasî yên curbicur ên australiyayî ji wan Serokê Neyarên Dewleta Morîsun, Bill Şortin ev kara ``paşdemayîneke biheqaret`` ji bo Australiyayê wesif kir ku di çarçova armancên hilbijartinan li nav vî welatî tê kirinê.

Şortin herwiha got: Morîsun bi vî karî berjewendîyên netewî yên Australiyayê kirin gorîyê berjewendîyên sîyasî yên hizba xwe.

Serokê Dezgeha Parastina Mafên Filistîyînan li Australiyayê Corc Brownîng jî ev karê dewleta Scat Morîsun ``karesatek`` ji b vî welatî bi nav kir. 

Gellek ji neyarên dewleta Australiyayê jî bi şandina peymanan li şebekeyên civakî, ev karê serokwezîrê vî welatî şermezar kirin.

Bilî Malêzî û Indonezyayê, nunerên sîyasî yên zêde ji 13 welatên Rojhilata Navînê û Bakura Afrîqayê yên li Australiyayê jî bi awayekî fermî nerazîbûna xwe li hemberî biryara Kanbêrayê ya veguhestina balyozxana vî welatî ji Tel Avîvê bo Qudsê ragihandine.

Di çarçova plana Danuistandina Sedsalê da, Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di 6`ê Kanûna sala 2017`ê da bajarê dagirbûyî yê Qudsê wekî paytexta rêjîma sexte ya Israyîlê da nasandin û biryara xwe ya veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê ragihand. Dewleta Amerîkayê di 14`ê Gulana sala 2018`an de ev biryara cih anî.

Li gorî plana amerîkî ya Danuistandina Sedsalê, Quds radestî Rêjîma Sîyonîst tê kirinê, awareyên filistînî yên li welatên din mafê wan ê vegerê tineye û Filistîn yê tenê xwedîyê erdên mayî yên li rexê rojavaya çemê Urdinê û Zîvala Gezzê be.