Gelê Ingilîsê jî çav da gelê Fransayê û dest bi xwenîşandanê kir
Bi dehan kes ji gelê Londonê çav dan nerazîbûna gelê Firansayê û bi nîşana nerazîbûna li hemberî pirsgirêkên aborî û pergala sermayedarîyê ya serdest li Ingilîsê dest bi xwenîşandanê kirin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, nerazîyan li şarê Londonê duh Pira Westminsterê li navenda vî bajarî û nêzîkî Parlimanê girêdan û bi vî awayî hatin û çûyîna li vê navçê aloz bû.
Li gorî vê raporê, koma xwenîşanderan pêşî li hereketa bi dehan otobos û maşînên din jî girt.
Xwenîşanderan herwiha bi durişman, xwestin ku Ingilîs bilez û bêyî muzakire ji YE`yê derkeve.
Nerazîbûnên li hemberî sîstema aborî û pergala sermayedarîyê ser navê Tevgera Êlegzeran ji nêzî mehekê berî niha ve li Fransayê destpê bûne û niha pekîyane çend welatên din ji wan Bêljîk û Holendê jî.