Moskowa: Ger Emerîka ji INFê derkeve, Rûsiye jî ser wê nasekine
Dewleta Rûsiyê hişyarî da ku ger Emerîka ji peymana Hêzên Navokî yên Navînmenzîl( INF) derkeve Moskowa jî dê ser berpirsiyariyên xwe nesekine.
Li gorî rapora Fars Newsê, Viladîmîr Ermakof, rêveberê dayira kontrol û qedextiya berfirehkirina çek û sîlehan a Wezareta karên derve ya Rûsiyê roja îniyê got ku Waşengton divê vê rasitiyê bizanibe ku ger ji peymana INFê derkeve. Ev peymana dê were rawestandin û dê hemî bare vê berpirsiyariyê ser istûyê Emerîkayê be.
Dewleta Emerîkayê çarşemiyê 5`ê Kanûnê li nivîsarekê rawestandina şeş mehî ya endametiya xwe li peymana Hêzên Navokî yên Navînmezîl( INF) bi fermî raghand.
Rayedarên emerîkî, Moskowa bi binpêkirina vê peymana dualî tawanbar kirine.
Dewleta Rûsiyê ev tawana red kiriye û destnîşan kiriye ku Emerîka bi vê hecetê dixweze rewşê bona jinavbirina vê hevhatinê xweş bike.
Ernakov tevî redkirina her cure lêgeriya yekalî a Rûsiyê destnîşan kir ku Moskowa amade ye ku bi aliyê emerîkî re muzakira mentîqî bike.
Peymana INF ê li sala 1987`an navbera Sowyeta berê û Emerîkayê hat wajokirin.
Vê peymanê her du alî erkdar kirine ku mûşekên navînmenzîl ên erd bo erdê yên balistîk û mûşekên Krûz ên xwe bi birra 500 heya 5500 km ji nav bibin.