YE`yê boykota dijî Ûrsêtê 6 mehên din dirêj kir
YE`yê boykotên dijî Ûrsêtê mideha 6 mehên din dirêj kirin.
Ajansa nûçan a Rianovecityê şeva buhurî ragihand: Serokên YE`yê di civîna Brukselê da ew biryara ji ber ``pêşdaçûna sifir`` a cihanîna rêketinama Mînskê ji bo çareserkirina meseleya Ukraynê dan.
Serokê YE`yê Donald Tusk jî li Tiwwtera xwe nivîsî ku vê yekitîyê bi pirranîya dengan boykotên aborî yên dijî Ûrsêtê ji ber cihneanîna rêketinama Mînskê bo mideha 6 mehan dirêj kirin.
Wekî qirarekê di çend salên vê dawîyê da, welatên ewrûpî destpêkê guh didin rapora Fransa û Almanê (2 endamên Koma Normandîyê) û paşê derbarê dirêjkirina dema boykotên dijî Ûrsêtê da biryarê didin.
Koma Normandîyê (Rûsîye, ALman, Fransa û Ukrayn) ji bo çareserkirina qeyrana Ukraynê pêk hatîye û Serokomar û Wezîrên Karên Derve yên wan welatana di çarçova vê komê da çend caran civîyane.
Boykotên YE`yê dijî Ûrsêtê di havîna buhurî da û heta 31`ê Çilleya sala 2019`ê hatin dirêjkirinê.
Ji bo cara yekem YE`yê di 31`ê Tîrmeha 2014`an de ji ber meseleya Ukraynê boykot ser Ûrsêtê da sepandin.