29 kuştî û birîndar li encama gulleavêtinên li Emerîkayê
Li encama gulleavêtinên Emerîkayê li 24 sietên derbasbûyî li cihên curbicur ên Emerîkayê, 29 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Li gorî rapora IRIB News`ê, navenda tomarkirina şîdetên çekdariyê li Emerîkayê roja Çarşemiyê raghand: li 41 babetên gulleavêtinê li 24 sietên buhurî li eyaletên curbicur ên vî welatî, 12 kes hatine kuştin û 17 kes jî birîndar bûne.
Li gorî ragahndina navenda tomarkirina amara şîdetên çekdariyê li Emerîkayê piraniya van gulleavêtinan li eyaletên Corciya û Tegzasê qewimîne.
Di hemen demê de, li 48 sietên buhurî, 143 babetên gulleavêtinê li eyaletên curbicur ên Emerîkayê hatine ragahndin ku li encama wan 52 kes hatine kuştin û 65 kes jî birîndar bûne.
Salê hezaran kes li encama gulleavêtina bi çekên gerim li cihên curbicur ên Emerîkayê tên kuştin an birîndar dibin. Lê labiyê bi qawet ê berhemanîn û firotina çekan ku li warên bijartina endamên meclisên nûneran û Sena û her wiha bijartina serokkomarê Emerîkayê roleke diyarîkir heye nahêle ku qanûna hilkolandina pêşîna mirovan bo wergirtina çek û sîlehan û dabîna berbendan li vê barê were pejirandin.