Kanûn 12, 2018 16:16 Asia/Tehran
  • Êrişeka nû ya terorîstî li Firansayê qewimî

Gullereşandina li Strasbûrgê kiryareka terorîstî bûye û sebebkar hatiye nasîn.

Li bajarê Strasbourgê yê bakurê rojhilatê Fransayê, kesekî gulle reşande ser xelkê û di encamê de li gorî zanyariyên destpêkê 3 kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn. Polîsê Fransayê dibêje navê êrîşkar di nav lîsteya tawanbaran de heye.

Polîsên Fransayê du zanyarî belav kirine ya yekê ev e ku wek kiryareke terorîstî danûstandin ligel êrîşê tê kirin û êrîşker wek tawanbar tê naskirin.

Derbarê bûyerê de Wezîrê Navxwe yê Fransayê Christophe Castaner wiha got: Hêzên dijîterorê ser bi nivîsgeha Dozgerê Giştî bi dosyayê ve mijûl in. Dozgerê Giştî yê Parîsê jî ligel Dadwerê Parîsê kar li ser mijarê dikin. Polîsê Strasbûrgê bazara Noêlê ku gulleberdan têde qewimiye, vala kiriye û xelk berbelav kiriye û cihê bûyerê jî dorpêç kiriye. Êrişker ciwanekî 29 salî ye ku ji aliyê yasaya sivîl a Fransayê ve heta niha bi tevahî nehatiye naskirin, lê em dizanin ku ew li Fransayê hatiye mehkûmkirin û berê li Almanyayê jî hatiye girtin.

Heta niha êrîşker nehatiye girtin û Wezareta Navxwe ya Fransayê jî hemû şiyanên xwe yên lojîstîkî bo wê mebestê xistine tevgerê.

Christophe Castaner  her wiha  da zanîn ku niha 350 polîs hatine belavkirin bo girtina êrîşker û wiha pê de çû: 100 polîsên din jî ser bi Saziya Dadwerî tevlî kar bûne. Du helîkopter bi tîmên taybet ên teknîkî li navçeyê ne.

Zanyariyên destpêkê behsa wê yekê dikin ku qaşo piştî êrîşê, êrîşker bi gulleya polîsan hatiye birîndarkirin.

Wezareta Navxwe ya Fransayê daxwaz ji akinciyên Strasbourgê kiriye ku ji malên xwe dernekevin û nexweşxaneyan jî rewşa awarte ragihandine. Di herdu salên 2015 û 2016an de, Fransa rastî êrîşên çekdarî û herwiha perçiqandina xelkê bi otomobîlê bûye û bi sedan kes hatine kuştin û birîndar bûne. Bi dirêjahiya 3 salên derbasbûyî, vê rewşê Fransa xistibû nav rewşa awarte ya berdewam.