Kanûn 11, 2018 19:04 Asia/Tehran
  • Nerazîtiya nîvê nifûsa fransiyan ji sozên Makron

Nîvek ji gelê Fransayê axaftina serokomarê Fransayê wek bersiva bo neraziyên li hemberî siyasetên abûrî, qanihker nizanin.

Li gorî rapora Sputnikê, Encama rapirsîna Enistîtûya OpinionWay'yê nîşan dide ku axaftina Duşemê bi şev a Emmanuêl Macronê serokomarê Fransayê herîkêm sedî 50ê xelkê vî welatî qanih nekir.

Çareke ji beşdarên li vê rapirsînê jî gotin ku Makron li vê axaftinê tu bersivek neda xwestekên neraziyên li hemberî siyasetên abûrî.

Sedî 45ê beşdarên li vê rapirsînê jî ji dewama nerazîtiyên li hemberî siyasetên Makron piştgirî kirin.

Emmanuel Makron li axaftina xwe ya Duşemiyê bi şev  a xwe xitabî fransiyan soz da ku hemî amûran jibo vegerandina aramiyê bi kar bîne.

Makron her wiha got: Dewlet bi kiryarên bihêz bi kêmkirina zêdetir a bac û xeracan di dema herî lez da û her wiha bi kontrola xercên dewletê, bersivê dide hewcetiyên awarte yên abûrî û civakî.

Li vî halî  îro nîvroj hat ragihandin ku eger ç ku Êmanûêl Makron  ji bo aramkirina rewşa welatê xwe digel yekîtiyên cûrbicûr ên karkeriyê hevdîtin pêk anî û hin soz dan, lê Sendîkaya Yekîtiya Neteweyî ya Xwendingehan roja Sêşemiyê wek Sêşemiya Reş dan zanîn û ketin grevê,.

Xwenîşandana li Fransayê ji roja 17ê Mijdarê va bi nîşana nerazîtiya li hemberî biryara dewleta vî welatî ji bo sepandina tarifa zêde li ser bihayê sotemeniyê dest pê bû; Lê piştra nerazîtîya li hemberî zêdebûna xercên jiyanê û bi giştî siyasetên abûrî yên dewleta Frasnayê jî lê zêde bû.