Mijdar 15, 2018 10:33 Asia/Tehran
  • YE`yê: Rêketinama Navokî ya digel Îranê hîç alternatîvek tineye

Komîsera Dadwerîyê yê YE`yê got: Hîç alternatîveke baş ji bo Rêketinama Navokî ya digel Îranê tineye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Komîsera Dadwerîyê yê YE`yê, Vora Joroova şeva buhurî di civîneke Parlimana Ewrûpayê da got ku parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê yek ji mijarên girîng ji bo ewlehîya civaka cîhanî ye.

Wê rayedarê YE`yê herwiha got: Ev dezgeha ewrûpî boykotên Amerîkayê ku piştî vekişîna vî welatî ji Rêketinama Atomî hatin kivşkirinê, bi fermî nas nake.

Komîsera Dadwerîyê yê YE`yê herwiha pêgirî kir ku ev Yekitîya nikare qebûl bike ku Amerîka derbarê ticareta rewa ya YE`yê ya digel welatekî din da biryarê bide.

Komîsera Dadwerîyê yê YE`yê herwiha got ku pêngavên berdewam ên bi rêbertîya Fransa, Alman û Ingilîsê bi armanca domandina cihanîna tam û kêrhatî ya Rêketinama Atomî di hemî hêlan da û anegorî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ya NY tên rakirinê.