Mogêrînî: Yekitiya Ewrûpayê piştgiriya Rêketina Navokî dike
Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê li axiftina li li koma qeyranê li Brokselê cardinê ser piştgiriya vê yekitiyê ji rêketina navokî teqez kir.
Li gorî rapora Fars News`ê, Federîka Mogêrînî, Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê roja çarşemiyê got: Ewrûpa ji ber hegerên ewlehiyê rêketina navokî diparzêe û vî karî ji ber berjewendî û meselên bazirganiyê nake.
Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewrûpayê di dewamê de destnîşan kir: Ger bikarbin vê hevhatinê biparêzin, vêca dikarin li gor wê pêşketinên zêdetir bi Îranê re li Yemenê, meselên mûşekî,Efxanistan û Asiyaya anvendî bi dest bixin.
Dewleta Donald Trump serokkomarê Emerîkayê 8 Gulana 2018` an bi awayekî yekalî ji hevhatina navokî ya Îranê bi welatên 5+1`ê ku li sala 2015`an hat îzmekirin derket û pişt re 4 Mijdarê dewra dudiyan a boykotên neqanûnî li dijî Îranê cih anî.
Piştî derketina Emerîkayê ji hevhatina navokî ya Îranê, welatên din ên wajokirê vê hevhatinê tevî rexnekirina biryara Waşengtonê raghandin ku dê li ser hevhatina bi Îranê re bisekinin.