Çînê qedrê Îranê ji ber hewldanên bona parastina Rêketina Navokî girt
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê qedrê Îranê ji ber hewldanên bona parastina Rêketina Navokî girt.
Li gorî rapora IRNA`yê, Huwa Çûn Îng roja çarşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Pikenê bal kişand ser rapora vê dawiyê ya Ajansa navneteweyî ya enerjiya Atomê derheq sekinîna Îranê ser rêketina navokî û destnîşan kir: Çînê ji Hewldanên Îranê û vê ajansê bona parastina rêketina navokî sipasiyê dike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Çînê hêvî kir, aliyên têkildarê rêketina navokî bila bi nihêrîneke giştî û demdirêj parastin û cihanîna wê bidomînin.
Dewleta Donald Trump serokkomarê Emerîkayê 8 Gulana 2018` an bi awayekî yekalî ji hevhatina navokî ya Îranê bi welatên 5+1`ê ku li sala 2015`an hat îzmekirin derket û pişt re 4 Mijdarê dewra dudiyan a boykotên neqanûnî li dijî Îranê cih anî.
Piştî derketina Emerîkayê ji hevhatina navokî ya Îranê, welatên din ên wajokirê vê hevhatinê tevî rexnekirina biryara Waşengtonê raghandin ku dê li ser hevhatina bi Îranê re bisekinin.