Mijdar 14, 2018 11:43 Asia/Tehran
  • Konferansa Aştiya Lîbyayê li Îtalyayê bi dawî bû

Konferansa durojî ya Aştiya Lîbyayê roja Sêşemiyê li bajarê palêrmoyê yê Îtalyayê bi dawî bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Cozêpê Konte (Giuseppe Conte), Serokwezîrê Îtalyayê li vê konferansê destnîşan kir ku Civata navneteweyî divê rêzê li hakimiyeta Lîbyayê bigire û dest ji destwerdana nerasterast li vî welatî bikişîne.

Konteyî bi gotina vê yekê ku nabe em xwe ji pêşeroja Lîbyayê bêhêvî bikin, got: Divê Konferansa Aştiya Lîbyayê ji bo piştgiriya ji agirbesa li Trablosê û hêsankirna rê ji bo cihanîna babetên nû yên ewlehiyê li vî welatî were bikaranîn.

Bernameya pêkanîna ewlehiyê li Trablosê, lidarxistina konferanseka neteweyî ya giştalî bi hebûna tevahiya alî û eşîrên Lîbyayê û plana vejiyandina aborî ya vî welatî ji riya xurtkirina saziyên bingehjîn weke Banka Navendî û Kompaniya Neteweyî ya Niftê ji mijarên girîng ên vê konferansê bûn.

Li Konferansa durojî ya Aştiya Lîbyayê ji billî 38 desteyan ji 30 welatên cîhanê (Di asta 10 serokwelat û 20 wezîr û alîakrên wezîr), lîstikvanên sereke yên navxweyî yên Lîbyayê jî li palêrmoyê li dora maseyekê li hev civiyan.

Ji sê salan beriya niha Lîbya ji  ber nakokiyên navbera partî û koman, du parliman (parlimana Tibriq li rojhilat û parlimana Trablosê, paytexta Lîbyayê) û du artêş hene.

Parlimana Tibriqê jialiyê artêşa neteweyî ya Lîbyayê va bi fermandetiya Hefter tê rêvebirin û Dewleta Lihevkirina Neteweyî ya Faêz Sirac ku ji aliyê welatên rojavayî û Amerîkayê va tê piştgirîkirin, li bajarê Trablosê ye.

Koma têrorîst a DAIŞê jî vê rewşê ji bo ketina nav vî welatî pirr nift bi kar tîne.