Mijdar 13, 2018 18:12 Asia/Tehran
  • Rûsyê li ser bicihbûna mûşekên amerîkî li Ewrûpayê hişyarî da

Nûnerê Rûsiyê li Yekîtiya Ewrûpayê (YE), got: "Amerîka bi bicihkirina sîstima xwe ya mûşekî li Ewrûpayê, vê parezemînê têdixe ber xeterê".

Vladimir Chizhov (Vlademîr Çîjov), nûnerê Rûsyê li YE`yê, îro Sêşemiyê li hevpeyvîna bi rojnama Finacial Times`ê, got: "Eger Amerîka biryar bide, sîstimên xwe yên mûşekî li Ewrûpayê bicih bike, wê bibe sedema qewimîna bûyerên cidî bi taybet li siyaseta navxweyî ya welatên ewrûpî".

Çîjov pêgîrî kir: "Ewrûpa ji hemiyan zêdetir dikeve ber berjewendiyên Peymana Hêzên Navokî yên Navînmenzil ku di sala 1987`an de hate îmzekirin û eger Amerîka ji wê derkeve, parezemîna Ewrûpayê wê ziyanê bibîne".

Amerîkayê dawiya Cotmehê ragihand ku biryar daye ji Peymana Hêzên Navokî yên Navînmenzil (INF) derkeve û îdia kir Rûsiye ev hevhatina binpê kiriye, li halekê ku Moskovayê ev tawan red kiriye.