Mijdar 13, 2018 17:28 Asia/Tehran
  • Daxwaza NY ji bo lêkolîna berfireh li ser kuştina Xaşiqçî

Berdevkê Sekreterê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) destnîşan kir ku ev rêxistin hema wisa daxwaza lêkolînên berfirteh û zelal derbarê kuştina rojnamevanê rexnekirê Erebistanê dike.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyonî ya El Cezîrê, Ferhan Heq, Berdevkê Sekreterê Gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY)  got ku NY pêvajoya bûyera kuştina Cemal Xaşiqçî rojnam,evanê rexnekirê siûdî heta diyarbûna tam a rastioya vê bûyerê didomîne.

Mîşil Başle Komîserê Mafên Mirovan ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) jî li er pêwîstiya pêkanîna lêkolînên serbixwe li vî warî da pêgirî kiriye.

Cemal Xaşiqçî 2ê Cotmehê piştî serîlêdana li konsolxaneya Erebistanê li Stenbûla Tirkiyê wenda bû.

Rêjîma Siûdî 18 rojan piştra serê axir di bin zexta civaka cîhanî da mirina Xaşiqçî piştrast kir lê îdia kir ku ew ji ber pevçûna digel kesekî li nav avahiya Konsolxaneyê hatiye kuştin.

Rayedarên welatên cûrbicûr ên cîhanê û rêxistinên navneteweyî vê şiroveya siûdiyan sexte û çîrok dizanin û daxwaza lêkolînên serbixwe yên navneteweyî li vî warî da dikin.