Mijdar 12, 2018 12:16 Asia/Tehran
  • Komployeke giran a Seûdîyan li dijî Îranê hat aşkirakirinê

Rojnameyeke amerîkî aşkira kir ku rayedarên istixbaratê yên nêzîkî welîehdê Seûdî li halê amadekarîya planeke xirabkarîyê li nav Îranê û têrora rayedarên vî welatî bûne.

Rojnama New York Times`ê ji zarê sê rayedarên haydar nivîsî ku general Ahmad Asiri berdevkê berê yê Hevalbendîya Seûdî di şerê Yemenê de ku meha buhurî bi dû riswabûna derheq dosîya kuştina Cemal Qaşiqçî da hat derxistinê, di Adara sala 2017`ê da di civînekê da ku George Nader tacirê libnanî-amerîkî yê nêzîkî Qesra Sipî û Joel Zamel endamê Sazîya Sîxorîya Israîlê de, hûrgilîyên plana 2 milyard dolarî ya xirabkarîya aborî li Îranê û têrora rayedarên îranî dane ber destê alîyên amerîkî û israyîlî.

Li gorî rapora vê rojnama amerîkî, George Nader ji rayedarên Seûdî ra gotîye ku ji bo pêşdabirina vê planê, ji şirketekê ku li Londonê ye û mexmûrên ewlehîyê ewê bi rê ve dibin, alîkarî bê wergirtinê.

New York Times di dewama rapora xwe da radigihîne ku general Al Asiri di wê civînê de bal kişandîye ser hestyarîya wê planê û cihanîna wê bi erêkirina dewleta Trump va girêdaye.