Cotmeh 22, 2018 11:13 Asia/Tehran
  • Hevdîtina rayedarên leşkerî yên du Koreyan li gundê sînorî

Berpirsên leşkerî yên du Koreyan û fermandetiya NY roja Duşemiyê careka din li gundê sînorî bi armanca kêmkirina kêşeyan li navçeyê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Associated Pressê, Civîna sêalî ya îro Duşemiyê duyem hevdîtin di rojên dawî da navebra berpirsên du Koreyan tê hisab.
Beriya viya hevdîtinek di roja Îniya bihurî da navebra rayedarên leşkerî yên du Koreyan li gundê sînorî yê Panmûncomê hat lidarxistin.

Serokatiya desteya Koreya Bakur li vê civînê Jinêral An Îk San û serokatiya desteya Koreya Başûr Jinêral Kîm Do Giyon girtin ustiyê xwe.

Lihevkirina ji bo lidarxistina gotûbêjên visa di encama civîna berpirsên pileberz ên du Koreyan li Piyong Yangê ku di mhea Îlonê da bi amadebûna rêberên du welatan hat lidarxistin, hat bidestxistin.

Rewş li Nîvgirava Koreyê îsal û ji dema lidarxistina gotûbêjên dualî navbera rêberên du Koreyan baştir bûye û du welatn ji bo valakirina Nîvgirtanê ji çekên atomî û destpêkirina qonaxa nû ya pêwendiyên siyasî hin pêngav rakirine, lê ev pêvajo ji ber astengîderxistina Amerîkayê hêdî pêşda diçe.