Cotmeh 22, 2018 10:50 Asia/Tehran
  • Daxûyaniyab hevpar a Brîtanya, Almanya û Fransayê bi nîşana şemezarkirina kuştuina Xaşiqçî

Wezîrên karên derve yên Brîtanya, Almanya û Fransayê bi dayîna daxûyaniyeka hevpar kuştina rojnamevanê rexnekirê siûdî şermezar kirin.

Li gorî rapora Yekşemiyê bi şev a IRNAyê, Jan Îvê Lodiriyan wezîrê karên derve yê Fransayê, Cirmî hant wezîrê karên derve yê Brîtanyayê û Hayko Mas wezîrê karên derve yê Almanyayê li vê daxûyaniyê ragihandin ku tu tiştek nikare kuştina Cemal Xaşiqçî pîne bike.

Li vê daxûyaniyeê hatiye aşkirakirin ku gefxwarin û kuştina rojnamevanan di her rewşekê da nayê qebûlkirin û ji bo sê welatêîn ewropî yên Brîtanya,, Almanya û Fransayê gellek dilgiranker e.

Wezîrên karên derve yên van sê welatan bi redkirina pînekirinên Erebistanê derbarê çawaniya kuştina Xaşiqçî destnîşan kirn: Ronkirina li vî warî ku çi bûyerek qewimiye, hewcetiya lezgîn e.

Gellek ji rayedaran ji wan Angêlla Mêrkêla serokwezîra Almanyayê, ev îdiaia Riyazê sexte û çîrokgotina bêbingeh dane zanîn.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Rayedarên siûdî hewil dan ku Erebistanê ji vê tawanê bêguneh bizanin, lê zexta raya giştî ya cîhanê bû sebeb ku Riyaz îro derbaerê kuştina Cemalê Xaşiqçî li xwe mukur were. Tevî vê yekê Riyazê angaşt kir ku Xaşiqçî li pevçûna digel hêzên erebistanî hatiye fetisandin.

Li gorî raporên herî dawî ew li ser fermana Mihemed Bin Selman welîehdê Erebistanê û ji aliyê Rêxistina Ewlekariylê ya vî welatî va hatiye kuştinê.

Li pey bûyera kuştina Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê siûdî, zexta raya giştî  ya cîhanî li ser vê rêjîmê û piştgirên wê yên rojavayî-ewropî ber bi zêdebûnê ye.