Cotmeh 20, 2018 17:44 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Rêxistina Lêbihurîna Navneteweyî û Parlimana Ewropayê li ser pêwîstiya lêkolîna derbarê dosyeya Xaşiqçî

Di dewama bertekên li hemberî kuştina Cemalê Xaşiqçî ji aliyê Erebistana Siûdî va, Rêxistina Lêbihurîna Navneteweyî û Parlimana Ewropayê derbarê lêkolîna Erebistanê li vê dosyeyê şik û gumana xwe diyar kirin û daxwaza lêkolînên serbixwe ji aliyê NY va kirin.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Associated Pressê, Rêxistina Lêbihurîna Navneteweyî bi daxûyaniyekê ragihand ku Bêalîtiya lêkolînî ku biryar e Erebistanê derbarê kuştina Cemalê xaşiqçî pêk bîne, şik û guman têda hene.

Li gorî vê raporê, Li vê daxûyaniyê pêgirî hat kirin ku Rêxistina Lêbihurîna Navneteweyî û rêxistinên din ên mafên mirovan daxwaza Lêkolînên serbixwe û bêla ya NY ji bo diyarkirina bûyeran û garantîkirina cihanîna edaletê li dosyeya Xaşiqçî dikin.

Li vî halî, Antoniyo Tayanî Serokê Parlimana Ewropayê jî îro anku şemiyê li ser pêwîstiya h destpêkirna herî zûtir a lêkolîneka navnetweyî ji bo hilkolandina şehediyên têkildarî mirina Cemalê Xaşiqçî, nûçegihanê siûdî yê wendabûyî li konsolxaneya Erebistana Siûdî li Istenbûlê pêgirî kir.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Rayedarên siûdî hewil dan ku Erebistanê ji vê tawanê bêguneh bizanin, lê zexta raya giştî ya cîhanê bû sebeb ku Riyaz îro derbaerê kuştina Cemalê Xaşiqçî li xwe mukur were. Tevî vê yekê Riyazê angaşt kir ku Xaşiqçî li pevçûna digel hêzên erebistanî hatiye fetisandin.