Cotmeh 20, 2018 17:44 Asia/Tehran
  • Hişyariya Raportêrên Sînornenas bona lihevnekirina bi Erebistanê re

Rêxistina Raportêrên Sînornenas, hişyarî da her cure lihevkirina bi Erebistanê re li mijara kuştina rojnamevanê Siûdî tê wateya erêkirina serederiya rayedarên Riyazê û îzndayîna li Rejîma Alê Siûd ji bo revandin û kuştina rojnamevanan.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Christophe Deloire (Kirîstofêr Dêloar), sekreterê gişt ê Rêxistina Raportêrên Sînornenas, li rûpela xwe ya Twiterr`ê pêgîrî kir: Her cure hewldana ji bo rakirina zextên li ser Erebistanê û siyaseta lihevkirinê li hember Riyazê tê wateya wê yekê ku me îzna kuştina çalakvanên zêdetir ên di warê çapemeniyê de daye Rejîma Erebistanê ku rojnamevan û nûçegîhanên rexnegir direvîne, digire, îşkence dike û heta wan dikuje.

Dêloar li twîteka din jî nivîsî: Niha ku rayedarên Riyazê li xwe mukur hatine ku wan Cemal Xaçiqçî li konsûlxana Erebistanê ya li Stenbolê kuştine, rêxistina raportêrên Sînornenas, çavlirê ye zextên giran ên li ser Erebistanê werin parastin ta ku hemî rastiyên têkildarî vê mijarê aşkera û ron bibin.

Sekreterê gişt ê Rêxistina Raportêrên Sînornenas herwiha got: Divê ew rojnamevanên siûdî ku ji ber rexne û lêkolînên xwe yên dijî Riyazê li sîstima dadweriya Erebistanê, mehkûmî zîndanên bixof bûne, werin azadkirin.

Cemal Xaşiqçî, rojnamevan û rexnegirê Erebistanê, 2`ê Cotmehê, piştî ku çû Konsûlxaneya Erebistanê ya li Stenbola Tirkiyê, bêserûşûn bû.

Erebistana Siûdî dawiyê bi awayekî fermî îniyê bi şev, ev yeka ku Xaşiqçî li konsûlxana vî welatî ya li Stenbolê hatiye kuştin piştrast kir.