Cotmeh 20, 2018 17:41 Asia/Tehran
  • Hejmara kuştiyên teqîna bombeyê li Efxanistanê zêde bû

Hejmara kuştiyên bûyera teqîna bombeyê li Kabola paytexta Efxanistanê gihîşte 15 kesan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Pêjwak a Efxanistanê, roja şemiyê hevgavê birêveçûna hilbijartina parlimanî ya li Efxanistanê, di encama teqîna bombeyekê li nêzîkî navendên wergirtina dengan li Kabola paytexta vî welatî, 15 kes hatin kuştin û 110 kesên din jî birîndar bûn.

Berî niha çavkaniyên Efxan, hejmara kuştiyên vê teqînê sê kes û hejmara birîndaran jî 30 kes dabûn ragihandin.

Li gorî ragihandina wezareta karên hundur a Efxanistanê, ji sibeha îro ve û hevgavê birêveçûna hilbijartina parlimanî li Efxanistanê, 15 êrişên terorîstî ser navendên wergirtina dengan li seranserî vî welatî qewimîne.

Hilbijartina Meclisa Netewî ya Efxanistanê ku sibeha îro şemiyê li para zêde ya navçeyên vî welatî destpê bûye, dema wê heya saet 9`ê şevê ser dema navçê hatiye dirêjkirin.