Cotmeh 20, 2018 17:38 Asia/Tehran
  • Berteka Îngilistan, Holenda û UNESCO`yê li hember kuştina Cemal Xaşiqçî

Welatên Îngilistan û Holendayê li gel Rêxistina UNESCO`ê (Saziya Perwerde, zanist û çandê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî), kuştina Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê Siûdî bi destê Erebistana Siûdî ve şermezar kirin.

Li gorî rapora malpera AL AHD`ê, wezareta karên derve ya Îngilistanê, li daxuyaniyekê ragihand: Piştî ji xwemukurhatina Riyazê bi kuştina Cemal Qaşiqçî li nav konsûlxana vî welatî ya li Stenbolê, li halê hilkolandina kiryarên nû yên di vî warî da ye.

Li vê daxuyaniyê kuştina Xaşiqçî bûyereka bixof hatiye wesifkirin ku pêwîst e berpirs ewê bişopînin.

Di eynî demê de Mark Rutte (Mark Rût), serokwezîrê Holendayê, jî bi şermezarkirina vê kuştinê pêgîrî kir, hîn gellek berûlayên dosya Xaşiqçî, nezelal in ku pêwîst e di vî warî de lêkolînên kûrtir cih werin.

Saziya Perwerde, zanist û çandê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (UNESCO) jî li daxuyaniyekê kuştina Xaşiqçî bi tundî şermezar kir û ji rayedarên Erebistanê xwest bila sebebkarên vê bûyerê radestî dad û edaletê bibin.

Camal Xaşiqçî, 2`ê Cotmehê piştî ku kete nav konsûlxana Erebistanê li Stenbola Tirkiyê, bêserûşûn bû. Rayedarên Siûdî hewl dan Erebistanê ji ber vê tawanê bêsûc bidin nîşandayîn lê zexta raya giştî ya cîhanê bû sedem ku Riyaz, îro şemiyê ji xwe mukur were ku Cemal Xaşiqçî hatiye kuştin.