Cotmeh 17, 2018 12:00 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya hevpar a Yekîtiya Ewropa û Koma 7 derbarê Xaşiqçî

Yekîtiya Ewropayê û heft welatên pêşeyî yên cîhanê bi daxûyaniyeka hevpar dilgiraniya xwe derbarê bûyera wendabûna rojnamevanê rexnekirê ji Alê Siûd diyar kirin.

Kanala El Cezîrteyê roja Çarşemiyê ragihand: Wezîrên karên derve yên heft welatên pêşeyî yên cîhanê û Yekîtiya Ewropayê li daxûyaniya xw eya hevpar derbarê wendabûna Cemal Xaşiqçîm her wiha daxwaza bersivdayîna kesên li vê bûyerê kirin.

Li vê daxûyaniyê li ser hevkariya Erebistan û Tirkiyê ji bo ronbûna tiştê ku hatiye serê Xaşiqçî pêgirî hat kirin, û ji Riyazê hatiye xwestin ku herî zûtir lêkolînên ron û zelal û giştalî li vî warî da dest pê bike.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.

Mêdyayan çend rojan piştra aşkira kirin ku Xaşiqçî li nav avahiya konsolxaneyê hatiye kuştin û cesedê wî bo derveyî konsolxaneyê hatiye veguhestin.

Civaka Navneteweyî daxwaza bersivdayîna Riyazê li vî warî da kiriye.

Navê Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî di lîsteya kesên girtî û di bin şopandinê da ya Riyazê bû.