Cotmeh 15, 2018 12:44 Asia/Tehran
  • YE`yê: Bila kiryarên tund ên Israîlê yên li dijî filistînîyan bên rawestandinê

Berdevka YE`yê xwest ku kiryarên nemirovane û tund ên Israîlê yên li dijî filistînîyan bên rawestandinê.

Berdevka YE`yê Maja Kocijančič`ê pêgirî li ser pêwîstîya lêkolînê derbarê bûyerên di rojên buhurî yên li Gezzê de û radestkirina cinayetkaran bo dezgehên dadperwerîyê kir.

Berdevka YE`yêherwiha got ku ev Yekitîya hewildanên Nikolay Miladênov hevdengkirê taybet ê NY û civaka cîhanî di prosa sîyasî ya li Gezzê de piştrast dike.

Eskerên Rêjîma Sîyonîst roja înîyê êrişî filistînîyên pişkdarê meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê kirin ku di encamê de çend filistînî şehîd bûn.

Xwenîşandana biaştî ya filistînîyan a bi navê Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê ve destpê bûye û di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên wê de heta niha 202 filistînî şehîd û zêde ji 22 hezar kes jî birîndar bûne.