Cotmeh 14, 2018 15:06 Asia/Tehran
  • Koreya Bakur amade ye ji bo valakirina nîvgirava Koreyê ji çekên navokî

Wezîrê karên derve yê Koreya Bakur ragihand ku welatî wî amade ye ji bo valakirina nîvgirava Koreyê ji çekên navokî.

Şeva çûyî IRNAyê ragihand ku Wezîrê karên derve yê Koreya Bakur Rî Yong-Ho li merasima mêvandariya heftî saliya pêwendiyên fermî yên Koreya Bakur û Rûsyayê li Piyong Yangê got: Armanca Koreya bakur eva ye ku dawiyê bide gef û tehdîdên navokî.

Wezîrê karên derve yê Koreya Bakur got: Li hemberî gavên ku Piyong Yang  ji bo valakirina nîvgirava Koreyê ji çekên navokî davêje hêvîdar e ku civaka navneteweyî jî gavên pratîk û dilgermkir bavêje.

Berî çend rojan serokomarê Koreya Başûr Mûn Jaê-În jîgotibû ku Koreya bakur gavên hêja û berbiçav rakirine û cerbandinên xwe yên mûşekên balestîk û atomî dane rawestandin û li kêleka vê yekê ragihandiye ku amade ye teşkîlatên xwe yên mûşek û atomî ji nav bibe.