YE`yê: Bila lêkolîneke tam debarê bêserûşûnbûna Xaşiqçî de pêk bê
Cotmeh 13, 2018 17:18 Asia/Tehran
YE`yê xwest ku lêkolînên tam derbarê bêserşûnbûna rojnamevanê rexnekirê rêjîma Erebistanê li axa Tirkîyê were destpêkirinê.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Anaduloyê, Maja Kocijancic berdevka Komsyona Ewropayê got ku vê Komsyonê rayedarên Erebistanê agahdar kirine ku divê lêkolînên zelal û tam derheq bêserûşûnbûna Cemal Xaşiqçî de bên kirin.
Wê herwiha got: Ewropayê daxwaza xwe bi awayekî gellekî zelal û aşkira û bi awayekî rasterast raberî rayedarên Erebistanê kirîye.
Tevî daxwaza welatên curbicur, hela Erebistanê bersiveke zelal derbarê çarenûsa Xaşiqçî da raber nekirîye.
Cemal Xaşiqçî di 2`yê Cotmehê de piştî derbasî konsulxana Erebistanê ya li Istenboll bû, bêserûşûn bû.