Cotmeh 13, 2018 16:33 Asia/Tehran
  • Washington Post: Trump pişta welatên zorbêj ên ereb digire

Rojnameya Washington Postê nivîsî: Serokomarê Amerîkayê zorbêjya erebî li hemberî rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Siûdî vebijart.

Rojnameya washington Postê nivîsî: Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê tevî piştgiriya ji zorbêjiya erebî, pêngaveka berbiçav ku nîşan bide şehediyên têkildarî reftara neçê ya Erebistanê ew han daye ku pêwendiya xwe ya nêzik digel Rêjîma Siûdî kêm bike, ranekiriye.

Trump li çend hevpeyvînan ji dema wendabûna Cemal Xaşiqçî, rojnamevanê rexnekirê Rêjîma Erebistana Siûdî, parastina girêbesta firotina çekan bi bhayê zêde ji sed miliyar dolarî bo Siûdyan pêwîst da zanîn.

Serokomarê Amerîkayê pêştir b gotinin heqaretbar derbarê Erebistana Siûdî hevpeymana xwe ya nêzik got: Min ji Melik Selmanê paşayê Erebistanê ra gotiye ku bêyî piştgiriya artêşa Amerîkayê dê zêde ji du heftiyan lis er desthilatê nemîne.

Trump wendabûna Xaşiçî bûuyerek da zanîn ku li Tirkiyê û têkildarî welatiyekî siûdî qewimiye û ji ber vê yekê tu têkilliya xwe bi Waşîngtonê ra tuneye.

Trump her wiha bi awayekî tekûz syaseta Amerîkayê digel Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) hevaheng kiriye.

Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê l Istenbûla Tirkiyê wenda bû. Mêdyayajn çend rojan piştra ragihandin ku leşê Xaşiqçî bi awayekî tîketîkekirî li halekî ku gellek şûnên işkenceyê li ser hebûne, li Istenbûlê hatiye dîtin.