Cotmeh 10, 2018 19:11 Asia/Tehran
  • Senatorên fransî bo piştgiriya ji Îranê piştgirî dan xurtkirina Euro'yê

Senatorên fransî daxwaza xurtkirina Euroyê li hember dularê bona piştgiriya ji Komara Îslamî ya Îranê kirin.

 Li gorî rapora televîzyona  France 24`ê, Jan Bîze, senatorê Komarîxwaz û Fîlîp Bonkar senatorê rastê navîn ê Senaya Fransayê bi weşandina  daxûyaniyekê daxawza pêkanîna  bernameyeke taybet a aborî û xurtkirina  rola Euroyê bona  derbasbûna ji boykotên Emerîkayê û dewama hevkariyên ticarî-aborî bi Îranê re kirin.

  Du senatorên  fransî li daxûyaniya xwe ser pêwîstiya  pêkanîna  nijyareke  serbixwe ya ewrûpî jî sekinîn ku bikarbe  mişêwirê bide  şîrketên ewrûpî bi taybet şîrketên biçûk û navîn bo ticareta bi Îranê re .

 Her wiha Jan Bîzê û Fîlîp Binkar li vê barê ji Yekitiya Ewrûpayê xwestin ku  bi pêkanîna  saziyeke taybet li  avahiya vê yekitiyê li Brukselê bona rawestana li ber talûkeyên  li encama  boykotên Emerîkayê û piştgiriya ji hevkariyên şîrketên ewrûpî bi Îranê re pêngavekê rakin.

 Midehek berî niha Brono Lomer wezîrê darayiyê ya Fransayê bal kişand  ser vê yekê ku  Emerîka nikare li bara hevkariya ticarî ya Ewrûpayê bi Îranê re biryarê bide û got: "Boykotên Waşengtonê li dijî Îranê derfetek e ku ewrûpî saziyên aborî yên serbixwe yên taybetî xwe pêk bînin".

  Derketina Trump ji rêketina navokî rastî dijberiyên  tund ên  ewrûpiyan hatiye.

 Brukselê bona rawestana li ber boykotên Trump "Qanûna Berbendçêker" bi roj kir da ku şîrketên  ewrûpî ku bi Îranê re hevkariya ticarî dikin li hember boykotên Waşengtonê biparêze.

 Yekitiya  Ewrûpayê her wiha  biryar e heya  heftiyên  tê bernameyek  teze bo dewama danûstandinên bankî yên qanûnî bi Îranê re  li hemberî boykotên  aborî yên Emerîkayê çêbike.