Sê serkirdeyên sereke yên Koma Talibanê li bakurê Efxansitanê hatin kuştin
Cotmeh 10, 2018 19:06 Asia/Tehran
Sê serkirdeyên sereke ên koma Talibanê li operasyona artêşa Efxansitanê li bakurê vî welatî li dijî meqerên vê komê hatin kuştin.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Fermandehiya artêşa Efxanistanê li bakurê vî welatî roja çarşemiyê ragihand ku ev operasyon li bajarê Belxê ser bi wilayeta Belxê li bakurê Efxanistanê cih hat ku li vê operasyonê xêncî kuştina van sê serkirdeyên Koma Talibanê du endamên din jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve seyd Cefer Misbah serokê dayira dadweriya wilayeta Belxê vê sibê ket ber êrişê û birîndar bû.
Li gorî vê raporê, li vê êrişê yek ji badîgardên serokê dayira dadweriya parêzgeha Belxê jî birîndar bû.