Îlon 19, 2018 19:56 Asia/Tehran
  • Li Londonê bi maşînê êrişî tazîdarên Imam Hisên (S) hat kirin

Navenda Polîsên Londonê ragihand ku di encama êrişa bi maşînê ser tazîdarên Imam Hisên (S) li ber mizgevteke Londonê de, 5 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, Navenda Polîsên Londonê ragihand ku îro li devera Cricklewoodê li bakura rojavaya Londonê di encama êrişa kesîkî ser kesên peya li ber mizgevtekê de, 5 kes birîndar bûn.

Li gorî vê raporê, Navenda Polîsên Londonê ev bûyera kiryareke têrorîstî zanî.

Rojnama Mirror jî ji zarê kesên li ber wê mizgevtê nivîsî ku di heştemîn şeva şîndarîya ji bo Imam Hisên (S) de, kesekî durişmên dijî islamî didan û bi maşînê da ser kesên peya yên li ber mizgevtê.

Berpirsên mizgevtê ragihandin ku kesên li ber mizgevtê bûn di halê zivirîna ber bii malên xwe piştî şîngêrîya ji bo Imam Hisên (S) bûn.