Îlon 19, 2018 19:16 Asia/Tehran
  • Pêşwazîya NY ji lihevkirina Rûsîye û Tirkîyê debarê Idlibê de

Sêkrêtêrê giştî yê NY ji lihevkirina Rûsîye û Tirkîyê derbarê pêkanîna navçeyeke ``bêçek li parêzgeha Idliba Sûrîyê de pêşwazî kir.

António Guterressêkrêtêrê giştî yê NY îro di daxûyanîyekê de ragihand rêketina Rûsîye û Tirkîyê derbarê Sûrîyê de yê pêşîya opêrasyona leşkerî ya berfire li Idlibê bigire.

Di daxûyanîya sêkrêtêrê giştî yê NY e hatîye ku ew rêketin divê bêyî sînor li hemî deverên Idlibê were cihanînê û belavkirina alîkarîyên mirovdostîyê l ideverên hanê jî were garantîkirinê.

Receb Teyîb Erdogan û Viladimîr Pûtîn serokomarên Tirkîye û Rûsîyê roja duşemê li şarê Soçîyê di hevdîtinekê de derheq rawestandina opêrasyona leşkerî li Idlibê û kivşkirina devereke bêçek li vê parêzgehê lihev kirin.