Îlon 19, 2018 17:01 Asia/Tehran
  • Kombûna nerazîbûnê ya çalakên mafên mirovan li ber Qesra Sipî

Hejmareke çalakên mafên mirovan bi nîşana nerazîbûna li hemberî biryara serokomarê Amerkayê ya ji bo kêmkirina wergirtina koçberan, li ber Qesra Sipî kom bûn.

Ew kombûna çalakên mafên mirovan li ber Qesra Sipî bi dû wê hat lidarxistin ku dewleta Donald Trump serokomarê Amerîkayê ragihand ku wergirtina penahxwaz û koçberên xwazyarê derbasbûna nav axa vî welatî di sala 2019`ê de wê kêm bibe.

Mike Pompeowezîrê karên derve yê Amerîkayê ragihandîye ku li gorî asta nû ya wergirtina koçberan, di sala bê de tenê yê 30 hezar kes bên wergirtin.

Eva asta herî kêm a wergirtina penaxwaz û koçberan di dehsalîyên vê dawîyê de ye.

Bob Menendez sênatorê Dêmokirat, biryara dewleta Amerîkayê ji bo kêmkirina asta wergirtina penahxwaz û koçberan ``zalimane`` bi nav kir.