Îlon 19, 2018 15:29 Asia/Tehran
  • Çînê li Sazîya Ticareta Cîhanî dozek dijî Amerîkayê vekir

Çînê ji ber ku Amerîkayê teirifeya gumrikî ya nû ser bayê 200 milyard dolar dolar kel û pelên ku ji Çînê tên kirînê sepandîye, li Sazîya Ticareta Cîhanî dozek li dijî Waşîngtonê vekir.

Gao Feng berdevkê wezareta bazirganîya Çînê îro li civîneke çapemenîyê li Pêkenê,  heyf û mixabinîya xwe ji ber sepandina bacên nû yên gumrikî yên Amerîkayê ser kel û pelên çînî de dîyar kir û pêgirî kir: Pêken ji bo parastina berjewendîyên xwe yên qanûnî û pergala ticareta azad a cîhanî, neçar e ku tivdîrên pêşîlêgirtinê li hemberî Amerîkayê bike.

Gao Feng herwiha got ku Amerîkayê bi qurretîyê xeraca gumrikê zêde kirîye û Çîn hêvîdar e ku Amerîka li encamên xirab ên vî karî bihese û bi tivdîrên bawerpêkirî, şaşitîya xwe serrast bike.

Dewleta Amerîkayê ragihand ku ji duh ve xeraca sedî 10 ser bayê 200 milyard dolar kel û pelên çînî sepandîye.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê gef kirîye ku heke Pêken nexwaze danuistandinê bike û berjewendîyên Waşîngtonê berçav negire, ew welata dê xeracê ser bayê 270 milyard dolar kel û pelên çînî bisepîne.